Lihevkirineke Tirkiyeyê û Heşda Şebî li dijî PKKê eşkere dibe

Lihevkirineke Tirkiyeyê û Heşda Şebî li dijî PKKê eşkere dibe

Heşda Şebî dibe pareke lihevkirineke giring a Bexda û Enqereyê û li dû gotina çend çavkaniyên Îraqî û Tirkiyeyî, dûr nîne di çarçoveya pilanên rêkxistina ewlehiya deverê de, piştî şerê Xezzeyê, pêgeha PKKê li Şingalê bikeve di metirsiyê de û operasiyonên serbazî yên Tirkiyeyê bi kiryar li wê deverê zêde bibin.

Rojnameya Şerqulewsetê raportek belav kiriye û bê diyarkirina navî ji aliyê berpirsekî Tirkiyeyê ve belav kiriye, di çarçoveya amadekariyan de ji bo guhertinan di ewlehiya deverê de piştî şerê Xezzeyê, şanda Hikûmeta Tirkiyeyê bi Hikûmeta Îraqê re lihevkirinek kiriye ku Şingal jî tê de ye.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ji bo vê meremê di çavpêkeftinekê de bi kanala CNN a Tirkiyeyê re, bi amajedan bi Serokê Desteya Heşda Şebî ya Îraqê Falih Feyaz eşkere kiriye, di derheqa Şingalê de bi dezgeheke fermî ya Îraqê re hevfehimandin heye. Manaya vê jî ew e ku Tirkiye vê carê bi giraniyeke zêdetir a siyasî û serbazî nêzî Îraqê bûye, ji bo bidawîanîna neseqamgirî û gefên ku li ser sinorên başûrî hene.

Ev jî di demekê de ye ku şandeke bilind a Tirkiyeyê bi serokatiya Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û endametiya Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar guler, Berpirsê Dezgeha Neteweyî ya Hewalgiriya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin û Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Munîr Karaloglo serdana Bexdayê kir û bi Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên û Serokê Desteya Heşda Şebî ya Îraqê Falih Feyaz û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî Qasim Arecî re civiya.

Piştî wê civînê jî, Hikûmeta Îraqê di beyannameyekê de ragehand, hebûna çekdarên PKKyê li ser axa Îraqê binpêkirina destûr û serweriya axa Îraqê ye.

Herwesa Hikûmeta Tirkiyeyê jî piştî wê serdanê dilxweşiya xwe diyar kiriye ku, bi aliyê Îraqî re danûstandin kirine û li ser wê yekê li hev kiriye ku, hêzên Tirkiyeyê bi kûratiya 40 kîlometran û bi dirêjahiya sinoran her ji Silêmaniyê heta Şingalê û heta sinorê Sûriyeyê dikarin operasiyonên serbazî ji bo nehêlana gef û metirsiyên ewlehiyê bikin.

Pustên heman beş