Li Tirkiyê 147 kes bi tometa pêywendiya li gel DAIŞê hatin girtin

Li Tirkiyê 147 kes bi tometa pêywendiya li gel DAIŞê hatin girtin

Wezareta navxwe ya Tirkiyê ragehand ku wan 147 kes bi tometa pêywendiya li gel rêxistina terorîs ya DAIŞê girtine.

Li gor agahiyan, wezîrê navxwe yê Tirkiyê Elî Yerlî kaya ragehandiye, di operasyona (Bozdogan 17) de, 147 kes bi tometa hebûna pêywendiya wan a li gel DAIŞê hatine girtin. 

Wezîrê navxwe yê Tirkiyê ragehandiye, di demeke derbasbûyî û li hezar û 329 operasyonan de, 2 hezar û 919 kes bi tometa hebûna pêywendiya li gel DAIŞê hatine girtin.

Pustên heman beş