15 endamên milîsên ser bi Îranê ve li Dêrazorê hatin kuştin

15 endamên milîsên ser bi Îranê ve li Dêrazorê hatin kuştin

Di êrîşeke asmanî de li ser baregehên Pasdarên Îranê li Dêrazorê de, nêzîkî 50 endamên Pasdarên Îranê û çekdarên ser bi wê ve hatin kuştin û birîndarkirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, baregehên Pasdarên Îranê li Dêrazor û Bokemalê ji aliyê firokeyên nenas ve hatin bombebarankirin û di encamê de 15 kes hatin kuştin ku di nava wan Efserekî Pasdarên Îranê yê bi pileya Eqîd, 2 pasewanên wî û 9 kesên ji regeza Iraqî hene.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, di êrîşan da zêdetir ji 35 kesên din birîndar bûn ku di nava wan de kesên ji regezên Îranî û Iraqî jî hebûn.

Rewangehê diyar kir ku “êrîşên asmanî çend demjimêran piştî giheştina firokeyeke barhilgir a Îranî ji Şamê bo firokexaneya leşkerî ya Dêrezorê pêk hatin”. Da zanîn jî, “materyalên lojîstîkî û teknîkî yên pêşketî û endam û kesayetiyên ji Pasdarên Îranê” jî di wê firokeyê de bûn.

Ji aliyê xwe ve, Balyozxaneya Îranê li Şamê diyar kir, Eqîd Behroz Wahidî di êrîşa li ser baregehên li rojhilatê Sûriyeyê de hatiye kuştin.

Heta niha nehatiye zanîn ka kîlan alî ev êrîş pêk aniye. Di demekê de ku dawî êrîşa asmanî Amerîka ya ragihandî ya li ser baregehên mîlîşyayên ser bi Îranê ve, di 2 û 3ê Sibata borî de bû ku 28 cihên li Dêrezor, Meyadîn û Bokemalê kirin armanc û di encamê de 34 endamên milîsên Îranî hatin kuştin.

Pustên heman beş