Firokeyên şer ên Tirkiyeyê gundekî Amêdiyê bombebaran kir

Firokeyên şer ên Tirkiyeyê gundekî Amêdiyê bombebaran kir

Firokeyên şer ên Tirkiyeyê gundê Sergelê yê navçeya Amêdiyê bombebaran kir. Muxtarê gund jî got: Ziyanên madî derketine.

Muxtarê gundê Sergelê Nizra Mihemed îro 27ê Adarê reragihand, cihê bombebaranê li derveyî gund bûye û bi xweşî ve ti ziyanên canî çênebûne.

Muxtarê gundê Sergelê amaje bi wê jî kir, ji ber bombebarana gelekî nêzî gundê wan bûye, gundî bi nîgeran in û ditirsin.

Herwiha got, ji ber hebûna çekdarên PKKê li wê deverê, ew navçe bi berdewam ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyeyê ve tê bombebarankirin.

Pustên heman beş