li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 61 milyon welatî sibê diçin ser sindoqan

turkey-kurdistan-election

Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê ji bo hilbijartina rêvebirên herêmî yên ku wê 5 sal ser wezîfeyê bin welatî sibê diçin ser sandoqan.

Di Hilbijartina Herêmî ya 31ê Adara 2024an da wê ji 61 milyonî zêdetir dengdêr li 208 hezar sandoqan dengê xwe bidin, 34 partiyê siyasî tevli hilbijartinê bûne.

Li Semsûr, Agirî, Artvîn, Çewlig, Bedlîs, Diyarbekir, Xarpet, Erzincan, Erzirom, Dîlok, Gîresûn, Gumuşhane, Colemêrg, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Ordu, Rize, Sêrt, Sêwas, Trabzon, Dersim, Riha, Wan, Bayburt, Êlih, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kilîsê ve di navbera demjimêr 07:00 – 16.00an de deng bên dayîn.

Herwiha li gorî biyara YSKê, li 49 parêzgehan din ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, proseya dengdanê ji demjimêr 08.00 heya 17.00 hatiye diyarkirin.

Sibe 31ê Adarê hilbijartinên şarederiyan tên kirin û zêdetir ji 61 milyon derngdêr dê biçin ser 208 hezar sindoqan. Li Diyarbekirê jî milyonek û 147 hezar û 14 dengdar dê li 3 hezar û 685 sindoqan dengên xwe bidin.

Pustên heman beş