Heyder Ebadî: PKKe rêxistineke “terorîst” e

Ebadi-Rafydein-info

Heyder Ebdî serokwezîrê berê yê Îraqê ragihand; PKKe rêxistineke “terorîst” e û Îraq nabe beşek ji şerê Tirkiyê yê li dijî vê rêxistinê.

Heyder Ebdî duh roja şemî 30/3/2024ê tevlî bernameya navenda “El Rafîdeyn ya Diyalogê” bû û hinek nirxandin derbarê rewşa niha ya Îraqê, pêwendîya nêvbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û her wiha pirsa PKKê û Şengalê kir.

Ebadî di bersiva pirseke derbarê PKKê de got ku PKKe di nerîna Emerîkayê û gelek dewletan de “Rêxistineke terorîst” e, pişitgrîya ku Emerîka dide HSDê jî bi wê watayê tê ku ew cudahiyê li nêvbera Kurdên Sûryê û Tirkiyê de dike.

Derbarê şerê Tirkiyê û PKKê û serdanên rayedarên Tirk bo Bexdayê û zexta Tirkiyê ku dixwaze Bexdayê tevlî şerê li dijî PKKê bike, serokwezîrê berê yê Îraqê Ebdî got: “PKKe dijminê yekem yê Tirkiyê ye, lê em nabine beşek ji vî şerî, di heman demê de divê em rê nedin xaka Îraqê bo êrîşa ser dewletên cîran û Tirkiyê were bikaranîn”.

Di beşeka din a gotinên xwe de Ebdî got: “Şerê Tirkiyê û PKKê pirske navxwe ya Tirkiyê ye û dûrketina Îraqê ji vî şerî pirensîpeke cîhgîr e û em ji boy ti berjewendîyan dest ji vê pirensîpa xwe bernadin”.

Derbarê hêzên PKKê yên li Şengalê jî ku bi awayekî fermî di çarçûveya Heşda Şabî de cîh digirin û mûçeyan ji dewleta Îraqê distînin, Ebdî got: “Ev yêk bi ti awayî weke karekî rast nayê dîtin”.

Çend rojan berê wezîrên derve û bergiriyê yên Tirkiyê serdana Bexdayê kirin ji boy îmzekirina peymanekê ku Îraq bi awayekî fermî tevlî şerê li dijî PKKê bibe, tevî ku naveroka vê peymanê hêjan bi dirstî zelal nebûye, lê belê serokkomarê Tirkiyê Tayîp Ardogan ragihandiye ku ew li havîna îsal 2024ê operasyoneke bejahî a berfereh li dijî PKKê li Herêma Kurdistanê encam bidin û got: Em ji paqijkirina sînorên xwe yên bi Îraqê re ji terorîstên PKKê nêzîk bûne.

Ev gotina Ardogan weke amajeyekê tê ku Îraq wê bi rengekî bibe alîkara Tirkiyê bo vê operasyona çaverêkirî ya li dijî PKKê.

Pustên heman beş