Berevaniya Şaristanî: Agirê bazara Çelê ya Dihokê hat kontrolkirin

Berevaniya Şaristanî: Agirê bazara Çelê ya Dihokê hat kontrolkirin

Agir bi hejmarek dukanên navenda bajarê Dihokê ket û Berevaniya Şaristanî ya Dihokê dibêje, agir bi temamî hatiye kontrolkirin.

Îro danê sibê agir bi hejmarek dukanên bazara Çelê ya bajarê Dihokê û tîmên Berevaniya Şaristanî hewla vemirandina agir didin.

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Dihokê Bêwar Ebdulezîz got, piştî çend demjimêran ji hewlên tîmên wan, agir hate kontrol kirin.

Berdevkê Berevaniya Şaristanî da zanîn, ti ziyanên canî çênebûne, tenê 11 endamên tîmên Berevaniya Şaristanî ji ber dûmanê, tûşî bihntengiyê bûne.

Bêwar Ebdulezîz da zanîn, zêdetirî 100 dukanên bazarê ziyan dîtine, lê ti ziyan negihiştiye malên nêzîkî bazarê.

Herwiha got: “Tevî ku sedema şewatê nayê zanîn, lê komîteyek ji bo lêkolînkirina sedema şewatê û diyarkirina asta ziyanan hatiye pêkanîn.”

Pustên heman beş