Piştî 22 salan CHP serkeft

Piştî 22 salan CHP serkeft

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên şeradariya çêbûn. Partiya muxalefetê CHP piştî 30 salî cara yekem serkeftinek mezin destve anî û piraniya cihên ku wek kelha AK Partiyê dihat ditin ji destê AK Partiyê derxistin.

Piştî encamên hilbijartina eşkere bû serokên partiyan derketin axivîn û nirxandinek kirin. Serokkomar û serokê AK Partiyê Tayib Erdogan wek dwiya her hilbijartina li Enqere di nawenda AK Partiyê de xelkê ku derê avahiyê kombûyin re axvtinek kir. Erdogan diyar kir ku gel bi sindoqan peyama xwe ji siyasetmedaran ra gihandiye û got: “31’ê Adarê ji bo me ne dawî ye, di rastiyê de xala veguherînê ye.” Erdogan diyar kir ku , di van hilbijartinan de nekarîn encama ku dixwestin bi dest bixin û wiha got: “Em ê encamên hilbijartinê analîz bikin û bi wêrekî xwe rexne bikin.”

Serokê CHP’ê Ozgur Ozel li navenda partiya xwe axaftinek kir û got: “Ez spasiya rêxistinên CHP’ê dikim. Encamên hilbijartinê nîşan da ku hilbijêran biryar da ku li Tirkiyeyê siyaseteke nû bê avakirin. Îro hilbijêran biryara guhertina weneyê 22 salan daye. Tifaqa Tirkiyeyê encameke dîrokî bi dest xist.”

Pustên heman beş