Dem Partiyê şaredariyên xwe zêde kirine lê hejmara dengên xwe kêm kirine

Dem Partiyê şaredariyên xwe zêde kirine lê hejmara dengên xwe kêm kirine

Welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê duh ji bo hilbijartina nûnerên xweyên di astên cuda de çûn ser sindoqan.

 Serokê komîsyona blind ya hilbijartinên Tirkiyê da xuyakirin, ji sedî 99.99 ya dengan hatine hejmartin û li gor encamên nefermî, CHP’ê 35, AK partî 24 û dem partî 10 şaredariyên mezin û yên bajaran bidest xistine.

Tişta ku di hilbijartinên şaredariyan yên Tirkiyê bal kişand serkeftina ber bi çav ya CHP’ê di van hilbijartnan de bû, CHP’ê hejmara dengên xwe zêde kirin û hejmareke zêdetir ya şaredariyan bi dest xist, AKP’e jî weke wendakiriya yekem ya van hilbijartina hat destnîşan kirin, lê sererayî ku Dem Partiyê hejmara saredariyên xwe zêde kir jî lê belê bi hevberkirin ligel hilbijartinên şaredariyên Tirkiyê yên sala 2019 zêdetirî 2 melyon dengan kêm kirine.

Di demekî de ku hejmarek herî zêde ku tê texmîn kirin bigihîje nîva dengdêrên kurd ji derveyî Bakurê Kurdistanê dengê xwe bikar anîne, lê dem partiyê ev dengdêr tev kirin qurbaniyên CHP’ê bi tenê ji boy ku li dijî AK partiyê derkeve.

Pêngava yekem ya dem partiyê ji boy alîkarîkirina CHP’ê di hilbijartinên Stenbolê de ev bû ku bi gotina Demîrtaş nekir û li şûna Başak Demîrtaş kesekî nenaskirî ji boy şaredariya Stenbolê namzet kir, ev jî bû sedem ku dengên Dem partiyê di berjewendiya CHP’ê de kêm bibin û hejmarek zêde ji dengdêrên kurd deng bi namzetê CHP’ê bidin, loma jî dem partî piştî AKP’ê xwesara duyemîne di hilbijartinan de.

Tevî ku dem partiyê hejmara şaredariyên xwe ji 65 şaredariyan gihand 82 şaredariyan, lê belê bi hevberkirin ligel hilbijartinên herêmî yên sala 2019’an hejmara dengên xwe kêm kirine, bi awayekî ku di hilbijartinên 2024ê de Dem partiyê nêzî 2 melyon û 400 hezar dengan bi dest xistine, di demekî de ku di hilbijartinên sala 2019 de 4 melyon û 500 hezar deng bi dest xistibûn, anku Dem partiyê nêzî 2 melyon û 100 hezar dengan kêm kirîne.

Bi kurtasî em dikarin bibêjin ku piştî AKP’ê, dem partî weke xwesara duyemîn ya hilbijartinên Tirkiyê tê hesibandin.

Pustên heman beş