Li cîheke şahî û keyfxweşiyan a Beşîktaş a Stenbolê de şewat derket û 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, 15 kesên din jî birîndar bûn.
Li Beşîktaş a Stenbolê li navendeke keyfxweşiyê ya di jêrzemîneke avahiyeke 16 qatî de şewat derket û 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, 6 ji wan giran, 15 kes jî birîndar bûn.
Hat ragehandin tîmên agirkuj, tîmên tenduristiyê û tîmên polîs geheştine cîhê bûyerê û destwerdan li bûyerê hate kirin.
Parêzgariya Stenbolê jî ragehand îro 02.04.2024ê demjimêr 12:47ê di qatên jêrzemîn ên avahiyeke 16 tebeqî de li navendeke şahiyan a ku karê sererastkirina wê dihate kirin de şewat derket.
Parêzgarê Stenbolê Davut Gul ragehand, di bûyerê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane, 6 ji wan giran, 15 kes jî birîndar bûne.