Li Wan û Bedlîsê ji bo heyama 15 rojan tev çalakî hatin qedexekirin

Li Wan û Bedlîsê ji bo heyama 15 rojan tev çalakî hatin qedexekirin

Parêzgerê Wanê biryar da ku ji îro heta 15 rojan hemî xwenîşandan û kombûn û çalakiyên din li wê parêzgehê qedexe ne.

Piştî redkirina serkeftina Kandîdê Dem Partiyê Abdullah Zeydan di hilbijartinên Serokatiya Şaredariya Wanê de û danana kandîdê AK Partiyê Abdulhet Arvas li cihê wî, gelek nerazîbûn peyda bûn.

Ji bo ku rê li xwenîşandanên cemawerî bê girtin, Parêzgerê Wanê biryar da ku ji bo heyama 15 rojan tevaya çalakiyan bên qedexekirin. Biryar e ji 03 heta 17ê vê mehê qedexe berdewam be û rê li derkeftin û çûna nav sûka bajarê Wanê jî tê girtin.

Ev di demekê de ye ku Hevserokên Dem Partiyê şevêdî gehiştine Wanê û biryar e îro civîna asayî ya partiya xwe li wî bajarî bikin. Herwesa biryar e her îro siyasetmedara Kurd û perlemantera berê ya Tirkiyeyê Leyla Zana û şandeke perlemanterên CHPyê cuda cuda ji bo piştevaniya kandîdê serkeftî yê Dem Partiyê Abdullah Zeydan biçin Wanê.

Her bi wê meremê Parêzgerê Bedlîsê jî eynî biryarê derxistiye û tev çalakî qedexe kirine lê ew biryar li Bedlîsê dijwartir e, qedexeya giştî hatiye ragehandin û çi welatiyek nikare ji mala xwe jî derbikeve.

Di daxuyaniya parêzgehiya Bedlîsê de wiha hatiye, “Piştî hilbijartinên şarederiyan, li gelek deveran alozî derketine û ji ber wê sedemê jî, di nav sînorên erdnîgarî yên parêzgeha Bedlîsê de, tev awayên çalakiyan ji roja 03.04.2024 heta roja 17.04.2024, ji bo heyama 15 rojan hatine qedexekirin”.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Ali Yerlikaya jî ji aliyê xwe ve ragehandiye, 89 kes li nav xwenîşandanan hatine girtin û bi têkdan û şêwandina ewlehiya Tirkiyeyê hatine tometbarkirin.

Herwesa welatiyan li bajarên Batman, Gever, Colemêrg, Şirnex, Mêrdîn, Sêrt, Farqîn, Izmîr, Manîsa û Stenbolê jî li dijî dûrxistina kandîdê serkeftî yê Dem Partiyê Abdullah Zeydan xwenîşandan kirin.

Li dû encamên destpêkê yên hilbijartinên şaredariyên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê, Abdullah Zeydan bi rêjeya 55% ya dengan serkeftiyê yekê yê bazinê parêzgeha Wanê bû.

Roja Yekşemê, 31ê Adara 2024ê, hilbijartinên şaredariyan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin kirin, ku 34 partiyên siyasî hevrikî li ser serokatiya 81 şaredariyan kir.

Di wê piroseya hilbijartinan de, zêdetirî 61 milyon kesan mafê dengdanê hebû. Li dû ragehandina Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê, 100% deng hatine vavartin, lê tiştê ku hatiye ragehandina heta niha tenê encamên destpêkê ne û biryar e piştî yekalîkirina skalayan, encamên dawiyê bên ragehandina.

Pustên heman beş