Çekdarên PYDê 3 kadrên PDK-Sê revandin

PDK-S-ENKS-PKK-PYD-Derk-Rojava-info

Çekdarên Partîya Yekêtîya Demokratîk PYDê, sê kadroyên Partîya Demokrata Kurdistanê – Sûryê revandin û ber bi cîhekê nedyar ve birine.

Çavkaniyên DarkaMazî yên li Rojava Kurdistanê aşkere kirin, ji 29 Adara îsal 2024ê ve, çekdarên PYDê baskê PKKê yê Rojava Kurdistanê 3 kadroyên PDK-Sê revandine û ber bi cîhekê nediyar ve birine.

Navên wan wisaye:

  • Ehmed Sofî endamê encûmena herêmî ya PDK-Sê, li Dêrkê.

  • Merwan Hisên çalakvan û endamê encumena xwecihya ENKSê li Girkê Legê.

  • Rakan Ehmed endamê encûmena herêmî ya PDK-Sê li Dêrkê.

Roja sêşemê 2/4/2024ê çekdarên PYDê rojnamevan “Ehmed Sofî” endamê encûmena herêmî ya PDK-Sê, li bajarê Dêrka Rojavayê Kurdistanê revand, ev ne cara yekêye ku rojnamevan Ehmed Sofî ji aliyê çekdarên PYDê ve te revandin, dawîn car roja 19 sibata 2022an hate girtin û piştî 55 rojan serbest hatbû berdan.

Her wiha roja duşemê 1/4/2024ê çekdarên PYDê “Merwan Hisên Leyanî” çalakvan û endamê xwecihiya Girkê Legê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûryê ENKSê li bajarokê Girkê Legê revand û berev cîhekî ne diyar ve birin.

Merwan Hisên Leyanî jidaykbûyê sala 1978 ye, xêzandare û bavê 3 zarokan e.

Çekdarên PYDê li roja 29/3/2024ê jî li derdora bajarê Dêrîkê yê Rojavayê Kurdistanê bi ser mala rojnamevan “Rakan Ehmed” de girtin û revand û ew ji bo cîhekî nediyar birin.

Rojnamevan Rakan Ehmed derveyî karê rojnamevanyê endamê Partîya Demokrata Kurdistan – Sûryê PDK-Sê ye.

Pustên heman beş