Gelo teşkilata bi navê Ehd-î Millî bazarê Duhokê şewitand

Gelo teşkilata bi navê Ehd-î Millî bazarê Duhokê şewitand

Di 1 ê Nîsanê de li Sûka Çelê ku yek ji kevintirîn bazarên Duhokê ye, şewat derket. Şewata ku bi şev saet di 03.43an de vêketî belavî tevahîya dukanên sûkê bû. Di encama mudaxeleya tîmên îtfaîyê û xelkê deverê şewat hat kontrolkirin, lê 8 jê sivîl 3 jê efser 11 kes ji dûkêlê bi bandor bûn.

Rayedarên polîsên Duhokê cihê ku agir pê ketiye keşif kir û ragihandin ku şewat ji ber temasa elektrîkê derketiye. Li gel vê jî malperekê ku xwe weke teşkîlata Ehd-i Millî bi nav dike ev şewat weke çalakîyekê girt ser xwe.

Me navê teşkîlata Ehd-î  millî di dema şewata Sûka Lenge ya Hewlêrê de bihîst. Malpera bi argumanên faşîstên Tirk xwe pênase dike, daxuyand ku sûka Lenge a Hewlêrê wan şewitandiye.

Darka Mazî wê demê bi navê teşkilata Ahd-i Millî malper lêkolîn kir û destnîşan kir ku IP-adresa malperê ji Rojava hatiye bikaranîn. https://darkamazi.com/archives/1028722

Du şewatên li Kerkûkê jî çêbûy teşkilata Ahd-i Millî îdî’a kiribû wan encam dane, şewat di dukanên Tirkmenan de çêbibû lê sedemên wan şewatan jî diyar bûn.

Derbarê şewata sûka Lenge ya di 27 ê Sibatê de ku Ehd-î Milî gotibû me kiriye, lêkolîn hat kirin û berpirsyar hatin girtin. Kesên ku agir pêxistin 2 karkerên ku li sûkê dixebitîn bûn. Çirûskên lehîmî ji banî dadiketin xwarê û cil û berg û plastîk şewitîn û ev karkerane dereng pê hesiyan agir pêketiye û ji cihê şewatê reviyan. Bûyer di kamerayan de hat qeydkirin û ev kes hê jî girtî ne. Eşkere bû ku di bûyerê de ti sedemeke siyasî nîne.

Niha jî heman malper daxuyaniyekê dide û dibêje, em bûne sedema şewata bazara Duhokê. Her wiha di daxuyaniya xwe de bi peyvên bêrêzî kirin bi Kurdan dixwazin Kurdan provake bikin. Lê di şewata Duhokê de ci gumana ku şewat bi zanistî pêxistine tûne ye. Xala ku şewat lê derket hat tesbîtkirin.

Îcar her çiqas ev hemû sedem eşkere bin jî, çima teşkilata nenas bi navê Ahd-î Millî dibêje me kirîye?

Dema ku em bûyerê di rewşeke realîst de analîz bikin, şopa PKK’ê di bin malpera teşkilata Ahd-i Millî derdikeve. Bi rastî jî gotinên derew ên vê malperê bi piranî ji aliyê xebatkarên çapemeniya PKK’ê ve tên belavkirin. Navnîşana malperê jî ji Rojava tê birêvebirin. Wisa dixuye ku ev malper di çarçoveya siyaseta şerê taybet ê PKK’ê li ser Herêma Kurdistanê hatiye bikaranîn.

Ji sala 2014’an ve ku PKK fermî bû amûrek ajandeya Îranê hewl dide ku desthilata Iraqê û Şîe yên Sûriyê weke dostên Kurdan destnîşan bike. PKK dixwaze tenê dewleta Tirk weke kolonyalist nîşa Kurdan bide. Di çarçoveya vê yekê de, hertim daxuyanî û nûçeyan didin û pesnê rejîma Tehran û Bexdayê didin. Li gorî PKK’ê Îran, Iraq û Sûriye ne dagirkerin. Lê ev hişmendîya ku PKK dixwaze çêbike gelek xeternak e.

Xuya ye ku dixwazin van şewatan veguherînin firsendekê û feraseta ku Tirkiye êrîşî Başûr bike biafirînin. Her wiha di 19 ê Adarê de fermandarê PKK’ê Murad Qarayilan di hevpeyvîna xwe ya televîzyona xwe de daxuyaniyek da û got: “PDK piştgiriya Tirkiyeyê dike, lê Tirkîyê rêxistineke bi navê Ehd-î Millî ava kir û li Hewlêrê bazarê Lenge şewitandin.”

Kîn û hêrsa faşîstên Tirk ji Herêma Kurdistanê rastîyek e, lê rêxistineke wiha nîne. Murad Qarayilan rêxistineke ku tune ye, çawa nas dike? Ji ber ku malper ji aliyê wan ve hatiye çêkirin û yekîneyên PKK’ê yên li Rojava tenê ji bo çêkirina amûrên propagandayê nûçeyên şewatê çêdikin.

Di dîroka PKK’ê de rêxistinên tarî û çalakiyên tarî yên bi vî rengî pirr in. Mînak di sala 2019’an de rêxistina bi navê “Milîsên Tolhildana hevgirtî ya Gel” HBiM berpirsyariya şewata daristanê ya li bajarê Mûxla yê girtibû ser xwe. Lê paşê hat hînbûn ku du zarokan bi tesadufî daristan şewitandine. Pirî caran rêxistina “zarokên agir” ên PKK ê berpirsyariya gelek şewatan girtibûn ser xwe, lê pay re sedemên şewatê hatin diyarkirin. Yanî di vî alî de xapandinek PKK heye.

Ji ber vê sedemê rast e mirov bifikire ku malpera bi navê teşkilata Ehd-ı Millî ji aliyê PKK’ê ve tê birêvebirin û tenê ji bo alozî û kaosa navxweyî amûran diafirîne.

Pustên heman beş