Çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” zarokek din ji Minbicê revand

Çeteyên PKK’ê"Ciwanên Şoreşger" zarokek din ji Minbicê revand

Rêxistina bi navê “Ciwanên Şoreşger” ya girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) zarokeka biçûk ji bajarê Minbicê ku di bin kontrola hêzên Sûriyeya Demokratîk deye revand.

Li gor agahiyan, rêxistina “Ciwanên Şoreşger” di destpêka meha Nîsana 2024’an de keça temen biçûk ya bi navê Mîrna Ebdil-Weysî El-Weysî ji bajarê Minbicê bi armanca leşkerkirina wê revand.

Zaroka biçûk ya bi navê “Mîrna” 16 salî ye û li bajarê Minbicê dijî, ew di 25 Çileya 2008’an de ji dayik bûye, navê dayika wê Eyşê ye.

fermandarê hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Kobanê di sala 2019 de bi Vêrcînya Gamba nûnera Netewên Yekgirtî bo karûbarên zarokan re, li ser peymanekê îmze kiribû, ku êdî zarokan tevlî hêzên xwe neke û zarokên di nav de serbest berde, lê ta niha çi pabendî bi wê peymanê nehatiye kirin, her dem çekdarên bi nav û rengên cuda di nava HSD’ê de zarokan direvînin û tevlî leşkeriya neçarî dikin.

Li gorî çavdêran armanca çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” ji revandina zarokên temen biçûk, şûştina mejiyê zarokan li gor bîrdozên Partiya Karkerên Kurdistanê û tevlîkirina wan di nava refên leşkerî yên partiyê deye.

Pustên heman beş