Îstixbarata Tirkiyê MÎTê berpirseka PKKê li Rojava Kurdistanê desteser kir û vegerand Tirkiyê.
Ajansa Anadolu yê îro roja şemî 6/4/2024ê belav kir ku îstixbarata Tirkiyê di operasyoneke taybet da berpirsa PKKê ya bi navê Îpek Demir li Kobanê ya Rojava Kurdistanê desteser kir û vegerand Tirkiyê.
Îpek Demîr li sala 2010ê tevlî rêxistina PKKê bûye, li herêmên weke Zapê, Xakurkê û Avaşîn û Şengalê çalakî encam da ne û rêxistinê ew li sala 2017an şandiye Rojava Kurdistanê.
Rêxistina PKKê derbarê desteser kirina vê kadroya xwe ti agahî parvenekirine.