Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, ji ber brûskê li Pêşmergeyekî daye jiyana xwe ji dest daye.
Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de hat diyar kirin, îro 08.04.2024ê demjimêr 06:00ê serê sibehê brûskê li Pêşmergeyekî fewca 2 ya lîwaya 15 ya bejayî ya Wezareta Pêşmerge yê bi navê Ebdulxefûr Kewşu Mihemed daye ku li ser erkê xwe yê leşkerî bûye li gundê Castan a li eniya 6 a Wezareta Pêşmerge û ji ber lêdana brûskê jiyana xwe ji dest daye.
Ew Pêşmerge xelkê qeza Xebat a ser bi parêzgeha Hewlêrê ye û zewicî û xwediyê 4 zarokane.