Di rêbazê de xweragirtin!!!

Di rêbazê de xweragirtin!!!

Bûbê Eser

Jiyan bi xweragirtinê derbas dibe. Heger mirov xwe fêrî wê neke, mirov him xwe û him jî hebûnên xwe wenda dike. Lewra Barzaniyan ev jî kirine xalek ya vê rêbaza pîroz..

Xweragirtin tê wateya, behnfirehî, sebir û sûkûnetê. Yanî divê mirov li hember her kiryar û bûyerekê xwedî xweragirtinê be da ku mirov bêtir şaşiyan neke.

Roja ku Barzaniyan dest avêtin karê ji bona azadî û serxwebûna Kurdistanê li ser vê gelekî fikirîn û rawestiyan da ku bikaribin mafê gelê xwe bi bêhnfirehî bê ku wendakirinên mezin bikin, bi dest bixin.

Weke em dizanin Barzaniyan ev xal jî baş û rind pêk anîne. Lewra ji ber vê girîngiyê bû ku wan ev jî weke xaleke ya rêbaza pîroz hesibandin.

Dema ku em dîroka Barzaniyan dixwînin, dibînin ku wan gelek tade û hêsîrê dîtine. Gelek zilm û zordarî li wan hatine. Lê wan her xweragirtine heta ku firset ketiye destê wan. Ji ber ku li hember wendakirin, ne bi ser ketinê  û di têkçûnê de tu xwe ranegire, tê bi temamî wenda bike. Ji ber vê ye ku rêbaz bêhnfirehî, aramî û xwedî sebireke berdewamî ye.

Barzaniyan di tekoşîna xwe ya ji bona azadî û serxwebûna kurdistanê de gelek caran wenda kirine. Xwe ragirtine heta ku mecal dîtine. Ketin û rabûna wan ev sed salên ku weha derbas bû ye. Loma hin caran wenda kirine lê bi temamî têk neçûne.

Em bala xwe didinê ku hukumetên Iraqê yek li du yekê her zilm û zordarî, kuştin û qetlîamên mezin li hember Barzaniyan û gelê kurd kirine. Lê wan tucaran nikarîbûn Barzaniyan bi temamî têk bibin û tune bikin. Ji ber ew xwedî rêbazekê û di rêbazê de xwedî xala xweragirtinê bûn.

Ji xwe armanc û hedefa her çar dagirkerên me tim ew bû ku bikaribin bi hevra Barzaniyan nehêlin. Ji ber ku wan baş dizanîbûn, ji holê rakirin an tunekirina Barzaniyan dihat wateya tunebûna hemî kurdan. Lê Barzaniyan jî di her wendakirineke xwe de xweragirtine heta ku ji nûde roja berxwedanê bi dest dixistine.

Lê em dibînin di her wendakirinekê de û ji nûde li hember dijmin serî rakirinê de Barzaniyan bi hêzeke mezintir û bi baweriyeke xurtir derketine pêşberî dagirkerên xwe. Loma xala xweragirtinê xaleke ya rêbazê sereke û girîng e.

Dema peymana Cezayir ya di sala 1975an de di navbera Iraq û Iranê de pêk hat. Herkesan bawerî anîbûn ku êdî wê dawiya Barzaniyan û tevgera gelê kurd bê. Ji ber ku ew peyman li ser asasê tunekirina miletê kurd û ji holê rakirina Barzaniyan bû.

Lê Barzaniyan li hember wê peymanê xweragirtin, ji bona demekê wenda kirin, lê têkneçûn. Xwe li hember hemî planên dagirkeran xweragirtin, heta ku mecal dîtin. Dîsa û bi hêzeke mezintir û bi baweriyeke bi hêztir dest bi şoreşa xwe ya bi serpereştiya “Qiyada Muwaqet” kirin.

Bi gorneke din Barzaniyan gelek caran li hember dagirkerên xwe wenda kirine. Lê neqediyanin û bi temamî têk neçûne. Her wendakirineke wan bi serketineke mezin ji nûde hatiye destpêkirin.

Ev jî bi me dida zanîn ku dema tevgereke, partiyeke an serkêşên azadiya welatekî bê rêbaz bin, ewên wenda bikin û têk herin.

Em vê rewşê li bakurê kurdistanê bi rehetî dibînin. Kîjan serîhildan û berxwedana kurdan wenda kiribûn, ew wendakirin dibû dawî anîna wan jî. Loma li bakurê kurdistanê heta niha kurd bi serneketin.

Barzaniyan xala xweragirtinê bi hemî gelê xwe jî dane zanîn ku di demên wendakirinê de divê xweragirin heta ku mecaleke nû bi dest bixin da ku tekoşîna xwe berdewam bikin.

Barzaniyan bi vê yekê xwe û hemî miletekê xwe fêrî xala xweragirtine kirine da ku bi temamî têk nerin. Heger em li dîroka başûrê Kurdistanê ya Enfalê û ya Helebçeyê binerin em ê bibînin ku gelê me li hember van kiryarên hovane, xwe çawa ragirtine heta ku bi serketine.

Ji ber vê bû ku Barzaniyan bi tekoşîneke dûr û dirêj, bi berxwedaneke wêrekî, bi sebr û sukûneteke mezin xwe li hember hemî êrîşên dagirkeran ragirtin heta ku başûrê Kurdistanê rizgar kirin.

Piştî rizgariyê û refarandûma serxwebûnê herkes ango miletê kurd li bendê bûn ku serok Mesûd Barzanî, serxwebûnê ragihîne. Lê wî bi sebir û sukûneta xwe, xwe radigire heta ku roja wê bê. Dema ku ew roj hat wê serxwebûna Kurdistanê bi mizginiyekê bide gelê xwe.

Loma piştî refarandûma kurdistanê serok Barzanî kilîta serxwebûnê kirî ye bêrîka xwe û destên kurdan. Niha xwe radigire heta ku ew mecal pêk bê. Dema şert û merc xuliqîn dê wê demê vê mizgîniya ku miletê kurd li bendê ye, bide wan.

Pustên heman beş