Serokwezîrê Iraqê ber bi Amerîkayê ve bi rê ket

Serokwezîrê Iraqê ber bi Amerîkayê ve bi rê ket

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji Bexdayê ber bi Amerîkayê ve bi rê ket.

Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, Serokwezîrê Iraqê ligel şandeke hikûmet, parlamento û sektora taybet ji Bexdayê ber bi Amerîkayê ve bi rê ket.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li ser vexwandina fermî ya Serokê Amerîkayê Joe Biden bo Koşka Spî hat vexwendin.

Ev yekemîn serdana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ye bo Amerîkayê û dê bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re hevdîtinê bike.

Pustên heman beş