Li Diyarbekirê di navbera du malbatan de şerê çekdarî derket

Li Diyarbekirê di navbera du malbatan de şerê çekdarî derket

Li navçeya Erganî ya Diyarbekirê di şerê çekdarî yê ku di navbera du malbatan de şer derket û 2 jê giran 4 kes birîndar bûn.

Bûyer danê êvarê li navçeya Erganî çêbû, hat îddîakirin ku nîqaşa ku di navbera her du malbatan de ji ber sedemeke nediyar derket giha radeya şerek çekdarî. Di şer de 4 kes birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erganiyê û hatin dermankirin. Hat diyarkirin ku rewşa tenduristiyê ya 2 birîndaran giran e.

Pustên heman beş