Îro 36 sal di ser êrîşa enfala Kurdistanê re derbas dibe ku tê de rêjîma Beis a rûxandî bi hezaran jin û zarokên Germiyanê veguhastin û winda kirin.
Berî 36 salan rêjîma Beis a Iraqê li pêş civaka navdewletî di heyama 7 mehan de û di çarçoveya 8 qonaxan de, proseya enfalkirina gelê Kurdistanê bi rê ve bir. Di wê proseya leşkerî ya rêjîma Beis de, zêdetir ji 4 hezar û 500 gundên Kurdistanê û bi sedan bajarok û zozan wêran kirin û xelkê wê ber bi çarenivîseke nediyar ve birin.
Di êrîşa enfalê de artêşa Iraqê bi hemû cure çekên nû û teknolojiya nû ji asman û zemînê ve êrîş kir û bi hezaran malbatên kurdan enfal kirin.
Enfal yan proseya jenosid û qirkirina Kurd yek ji tawanên rêjîma Beis a rûxandî bû, ku di 8 qonaxan re derbas bû.
Qonaxa yekem: Ji 22ê Sibatê û ta 18ê Adara 1988an berdewam kir û di vê qonaxê degeliyê Cafayetî hat enfalkirin.
Qonaxa duyem: Ji 22ê Adarê û ta 1ê Nîsana 1988an birêve çû, navçeya Qeredax hat enfalkirin.
Qonaxa sêyem: Ji 7ê Nîsanê û ta 20 Nîsana 1988an li navçeya Germiyan hat encamdan.
Qonaxa çarem: Ji 3ê Gulanê û ta 15ê Gulana 1988an li navçeya Qelasêwkê û geliyê Zê yê biçûk hat encamdan.
Qonaxa pêncem, şeş û heftem: Ji 15ê Gulanê û ta 26ê Îlona 1988an birêve çû û tê de navçeyên Şeqlawa û Rewandizê bi ber pêla enfalê ketin.
Qonaxa heştem: Ji 26ê Tebaxê û ta 6ê Îlona 1988an birêve çû û tê de êrîş li ser devera Badînanê hate kirin.
Di koma heşt qonaxên proseya Enfalê de, rêjîma Beiş ya jinavçûyî 182 hezar Kurd li bajar û gundên Kurdistanê enfal kirin.