Li 19 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, 49 kes bi tometa endametî û bangeşeya PKKê hatin binçavkirin.
Li gorî daxuyaniya Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, li bajarên wek Stenbol, Dîlok, Şirnex û Edene bi giştî 19 bajaran dijî endam û alîgirên PKKê operasyon hatine kirin.
Alî Yerlîkaya da zanîn jî, di operasyonan de 49 kes hatine binçavkirin.
Yerlikaya got, operasyon bi fermanên dozgeran hatine destpêkirin û kesên hatine binçavkirin bi endametiya PKKê, bangeşeya PKKê li ser torên civakî û komkirina alîkariya darayî bo PKKê tên tometbarkirin.