Bi sedema PKKê 222 kes li Wanê hatin desteserkirin

van pkk police

Li parêzgeha Wanê di meha Nîsanê de bi “Sedema PKKê” 222 kes hatine desteserkirin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ragihand ku di navbera 1 û 14ê Nîsanê de ji bo “rêlibergirtina çalakiyên rêxistinê” operasyon hatin kirin.

Li Wanê di navbera 1 û 14ê Nîsanê de di operasyonên cuda de bi sedema “endamtî û alîkariya PKKê” 222 kes hatine desteserkirin.

Derbarê kesên desteserkirî de karên yasayî hatine destpêkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “sedema PKKê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Pustên heman beş