Çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” 3 zarokên din li Kobanê revandin

Çeteyên PKK’ê"Ciwanên Şoreşger" 3 zarokên din li Kobanê revandin

Revandina zarokan û leşkerkirina wan ji aliyê çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” ve ku rasterast fermana ji Qendîlê werdigirin li tevaya deverên di bin kontrola HSD’ê de berdewame, herî dawî jî çeteyên PKK’ê 3 zarok di dema pêxistina agirê Newrozê li bajarê Kobanê revandin.

Li gor agahiyan, çeteyên PKK’ê yên bi navê “Tevgera Ciwanên Şoreşger” di roja 21/3/2024’an de li Girê Miştenorê yê bajarê Kobanê di dema birrîveçûna rê û resmên pêxistina agirê Newrozê 3 zarok du jê keç revandine.

Navên zarokên revandî bi vî awane, Serhend REŞAD Elî, ji şêniyên gundê Borîz, Rohilat Yehya Osman, ji şêniyên gundê Bîr Mehlê û Fatîma Îmad Ehmed ji şêniyên Kobanê. Temenê gişt zarokên revandî jî di bin 18 saliyê de ye.

Grûpa “Ciwanên Şoreşger” grûpeke çeteyên rojavayê Kurdistanê ye ku piraniya wan ciwanên ji xwendingehê veqetiyayî ne û bêkarin û rasterast bi fermana PKK’ê kar dikin. Ev çete berdewam zarokên temenê wan di bin 18 saliyê de li Rojava û deverên di bin desthilata HSD’ê de direvînin û bi neçarî wan çekdar dikin.

Tê zanîn, fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Kobanê di sala 2019 de bi Vêrcînya Gamba nûnera Netewên Yekgirtî bo karûbarên zarokan re, li ser peymanekê îmze kiribû, ku êdî zarokan tevlî hêzên xwe neke û zarokên di nav de serbest berde, lê ta niha çi pabendî bi wê peymanê nehatiye kirin, her dem çekdarên bi nav û rengên cuda di nava HSD’ê de zarokan direvînin û tevlî leşkeriya neçarî dikin.

Pustên heman beş