Li Efrîn hejmareke welatiyên kurd rastî lêdanê hatin

Li Efrîn hejmareke welatiyên kurd rastî lêdanê hatin

Di heyama çend rojan de 3ê binpêkirin dermafê welatiyên kurd de li Efrîna rojavayê kurdistanê ji aliyê çekdaran ve hatin rûdan.

Li gor agahiyan, roja 14ê Nîsana 2024an her yek ji ji zarokê bi nave Reyan Mustefa Ismaîl yê temen 13ê salî û ciwanê kurd yê bi nave Hekîm Elî Seydo yê temen 21 salî li ser rêbenda gundê Kûse ji aliyê çekdarên Feyleq Elşam ve rastî lêdaneke tûnd û êşkençedaneke hovane hatin bi behaneya leza zêde di ajotinê de.

Her wiha hat zanîn ku zarokê 16 salî yê bi nave Wîsam Ebdulrehman jî, ji aliyê girûpeke derbederên ereb li gundê Marata rastî lêdaneke tûnd hat û ji bo nexweşxaneyeke Efrînê hate veguhestin.

Pustên heman beş