Sûdanî û Biden li Qesra Spî civiyan

Sûdanî û Biden li Qesra Spî civiyan

Îro 15.04.2024ê êvari Serokê Amerîkayê Joe Biden li Qesra Spî pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir û civînek pêkanîn.

Piştî civînê Joe Biden û Mihemed Şiya Sûdanî civîneke çapemeniyê pêkanîn û Biden ragehand ku piştî Îranê êrîşê Îsraîlê kir, wan hemû cure hewldan dane û hevkariya Îsraîlê kirine û şikest bi wan êrîşên Îranê anîne.

Herwaha got, Amerîka pêbende bi parastina asayîşa Îsraîlê, herwaha pêbende bi agirbest û vegera revandiyên Îsraîlê ye. Derveyî wê jî pêbende bi parastina hevpeymanên xwe yên li navçeyê û Iraq jî di nav de.

Serokê Amerîkayê got, hevbeşiya navbera Iraq û Amerîkayê gelek giringe, di deh salên borî de leşkerên Amerîkayê mil bi milê leşkerên Iraqê kar kirin ji bo linavbirina DAIŞê û ragehand: ‘’Me çarçove û rêkeftineke stratejîk li gel Iraqê heye.’’

Ji aliyê xwe ve jî Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî spasiya Biden a li hember vexwandina wî ya ji bo Washingtonê kir û ragehand ku rijdin ji bo karkirina li ser rêkeftina çarçoveya stratejîk. Sûdanî diyar kir, ew daxwaz dikin aloziyên li navçeyê neyên berfirehtir kirin. 

Pustên heman beş