Balafirên Tirkiyê 21 çekdarên PKKê li Garê, Metîna û Xakurkê kuştin

gara-mountain-pkk-turkey-info

Artêşa Tirkiyê di êrîşeke asmanî de, pênc çekdarên PKKê li çiyayê Garê yê li Başûrê Kurdistanê kuştin.

Wezareta parastina netewî ya Tirkiyê îro roja sêşemî 16\4\2024 belav kir, di êrîşeke asmanî de 5 çekdarên PKKê li çiyayê Garê hatin armanc girtin.

Artêşa Tirkiyê duh roja duşemî 15\4\2024 îlan kir ku li herêma Xakurkê jî 12 çekdarên rêxistinê bi êrîşa asmanî hatine kuştin.

Hemwext li roja 9\4\2024ê jî 4 çekdarên PKKê li çiyayê Metîna ketbûn ber êrîşên balafiran.

Bi tevahî ji roja 9î vê mehê ve, 21 çekdarên PKKê hatine kuştin û rêxistina PKKê ti daxuyanî derbarê van zirarên xwe nedane.

Pustên heman beş