PKKê ciwanekî Başûrê Kurdistanê da kuştin

dilxwaz-fayiq-pkk-germiyan-qandil-info

Rêxistina PKKê îro nasnameya du çekdarên xwe aşkere kir ku li 31 Adarê bi destê artêşa Tirkiyê da ne kuştin, yêk jê bi Dilxwaz Fayîq tê naskirin ku ji Başûrê Kurdistanê ye.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja çarşemî 17/4/2024ê nasnameya du çekdarên xwe aşkere kir ku li 31 Adara îsalê li devera Zapê ya li Başûrê Kurdistanê ketine ber êrîşan û jiyana xwe ji dest da ne.

Yêk ji wan du çekdaran bi Dilxwaz Fayîq tê naskirin ku ji şêniyên Germyana Başûrê Kurdistanê ye.

Dilxwaz ku weke di wêneyan de diyar di temeneke biçûk de ye û nû temena zaroktiyê qedandiye, ew jî weke bi hezaran zarokên Kurdan ji hêla rêxistina PKKê ve hatbû xapandin û kêşî çiya kirbû.

Rêxistina PKKê Dilxwaz li sala 2018an kêşî Qendîlê kir û li wir tevlî perwerdeya serbazî û şûştina mejîkî kir, li 31 Adarê bi êrîşên hewayî yên dewleta Tirk li Zapê hat kuştin.

PKKê di pesnê canê wî de ewqas bi bê şermî gotiye: “Dilxwaz xwe bi deyndarê Apo di hesband, wî xwe fedayê Apo kir û deynê Apo eda kir!.”

Pustên heman beş