Ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve destdirêjiya seksî li ser Jineke rojnamevan hate kirin

Ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve destdirêjiya seksî li ser Jineke rojnamevan hate kirin

Jin a rojnamevan a Îranî, li tora xwe ya civakî de behsa wê yekê kir ku ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve destdirêjiya seksî li ser hatiye kirin û piştî wê jî hate girtin.

Li gor zanyariyan roja 16.04.2024ê rojnamevan û xwandevana zanîngeha Beheştî ya Tehranê Dîna Qalîbaf di tora xwe ya civakî X de parvekirinek belav kir û nûçeya girtina xwe ya li metroya Tehranê ragehand û aşkera kir, ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve destdirêjiya seksî li ser hatiye kirin û piştî wê jî hatiye girtin.

Dîna Qalîbaf nivîsa xwe de ragehand: Duh li odeya polîsê rawesteka metro ya Sadiqiye ya li Tehranê, dema ku ez rijdbûm li ser wê yekê ku madem ez bac didime dewletê mafê sûd û mifa wergirtina min ji metroyê jî heye, lê bi bikaranîna tûndiyê ve ez birim odeyekî û amûra elektrîkê li min da, destên min kelepçe kirin û yek ji karmendên hêzên ewlehiya Îranê jî destdirêjiya seksî li ser min kir.

Ew jina rojnamevan a xwandevana beşa zanistên siyasî ya zanîngeha Beheştî ya Tehranê, berî naha li gel çend ajansên nûçeyan ên wek ISNA û Îqtisad online kar kiriye û di heyama salên borî de gelek caran ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatiye gazî kirin û lêkolîn û lêpirsîn li gel hatiye kirin.

Pustên heman beş