Serdozgeriya Diyarbekirê alayên Kurdistanê ji PAK, PSK û Tevgera Azadî re vegerandin

Serdozgeriya Diyarbekirê alayên Kurdistanê ji PAK, PSK û Tevgera Azadî re vegerandin

Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê, alayên Kurdistanê yên ku di sala 2022an de di encama operasyona li dijî PAK, PSK û Hereketa Azadî de hatibûn desteserkirin, ji wan partiyan re vedigerîne.

Buroya Ragehandinê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) îro 20ê Nîsana 2024an di daxuyaniyekê de ragihand, Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê biryar da ku alayên Kurdistanê yên di sala 2022an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibin desteserkirin, li partiyên PSK, PSK û Hereketa Azadî bêne begerandin.

Buroya Ragehandinê ya PWKê di daxuyaniyekê de ragihand, sala 2022an, di Roja Alaya Kurdistanê de, hêzên ewlehiyê yên Diyarbekirê bi operasyonekê bi ser avahiyên PAK, PSK û Hereketa Azadî di girtibûn û her çiqas, rêvebirên wan partiyan li ber xwe dabûn jî, lê polîsan bi awayekî ne qanûnî dest danîbûn ser Alayên Kurdistanê û hemû dokumentên li wan avahiyan.

PWKê diyar kir, piştî vê operasyonê, rêvebirên PAK, PSK û Hereketa Azadiyê li Serdozgeriyê Komarî ya Diyarbekirê îfade dabûn û îtîrazî vê operasyonê û destdanîna ser alayên Kurdistanê kirin û gotin Alaya Kurdistanê ne qedexe ye û ew qedexeyeke weha nas jî nakin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin, Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê duhî 19.04.2024an, biryara “pêwîstî bi ti doze nîne”, biryara “bêtaqîbîyê” da û hemû Alayên Kurdistanê li PWKê (ku pêştir PAK bû) PSK û Hereketa Azadiyê vegerandin.

PWKê bal kişande ser wê yekê ku ev biryara Serdozgerîya Komarî ya Diyarbekirê û vegerandina Alayên Kurdistanê, bi awayekî wek fermî, pesindkirina wê yekê ye ku Alaya Kurdistanê ne qedexe ye.

PWKê di dawiya daxuyaniya xwe de amaje bi giringiya vê biryar kir û got: her çiqas dewleta Tirkiyeyê, gelek caran biryarên xwe tune hesibandibin û qanûnên xwe binpê kiribe jî, lê ev biryara Serdozgerîya Komarî ya Diyarbekirê û vegerandina Alayên Kurdistanê, derfeteke girîng e.

Pustên heman beş