Serokkomarê Tirkiyeyê gehişt Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê

Erdogan Hewler

Serokkomarê Tirkiyeyê bi serdaneke fermî gehişt Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

Berî demeke kêm Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi rêya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê gehişt Hewlêrê û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve pêşwazî lê hat kirin.

Serdana Erdogan a ji bo Hewlêrê piştî serdana wî ya ji bo Bexdayê tê, ku seet 11:00 ê sibeha îro (Duşem, 22.04.2024) gehişt Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê û ji aliyê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ve pêşwazî lê hat kirin. Piştî civînan jî, îmza li ser 26 peyman û yadaştên hevfehimandinê hatin kirin.

Di serdana xwe ya ji bo Hewlêrê de, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dê bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re bicive û danûstandinan li ser peywendiyên navbera Hewlêr û Enqereyê bike.

Ev serdana Erdogan di dîrokê de dibe serdana yekê ya Serokkomarê Tirkiyeyê ji bo Herêma Kurdistanê. Ev di demekê de ye ku berî 13 salan Erdogan ku wê demê Serokwezîrê Tirkiyeyê bû dîsa serdana Hewlêrê kiribû û bi Serok Barzanî re tevlî vekirina Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê bûbû.

Pustên heman beş