Pervîn Bûldan: “Ocalan di hevdîtina duyem de dê bersiva silavên jinan bide”

Pervîn-Bûldan---Ocalan-imrali-net

Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan îro ragihand, Ebdullah Ocalan di hevdîtna duyem de dê bersiva silavên tevgera jin û ciwanan bide û got: “Ji ber min di hevdîtna yekem de silavên tevgera jin û ciwanan jê re bir. Wî jî got, ezê di hevdîtina duyem de bersiva silavên wan bidim”.

Pervîn Bûldan îro roja pêncşemî 16 Çileya 2025ê bo têlefzyûna Jin Tv ya PKKê axivî û got: “Sibe roja înî ewê weke Heyeta Îmraliyê daxuyaniyekê derbarê encamên serdana Heyeta Îmraliyê parve bikin”.

Bûldan derbarê pêvajoya niha li Tirkiyê birêve diçe got ku “navê pêvajoyê hêjan zûye û tişta ku niha di qewime mirov dikare weke hewldanên lêgerîna li çareseriyê pênase bike”.

Endama Heyeta Îmraliyê derbarê serdana duyemîn ya Heyetê bo Îmraliyê got: “Ji ber min di hevdîtina yekem de silavê tevgera jin û ciwana jê re bir. Wî jî got, ez ê di hevdîtina duyem de bersiva silavên wan bidim”.

Pustên heman beş