Polîsên Belçîkayê du kanalên PKK’ê girtin

Polîsên Belçîkayê du kanalên PKK’ê girtin

Şeva duşemê 23ê Nîsana 2024an, polîsên Belçîkayê avêtin ser baregehên du kanalên PKK’ê û dest danîn ser alavên wan û weşana wan rawestandin.

Li gorî agahiyan, polîsên Belçîkayê avêtin ser baregehên Stêrk TV û Medya Haber û dest danîn ser alavên teknîkî yên wan û weşana wan rawestandin.

Medyaya ser bi PKK’ê ve ragihand ku polîsên Belçîkayê destên pasevanên kanalê girêdane û piştre ketine studiyoyê û polîs bi qasî 4 saetan di hundirê kanalê de mane û dest danîne ser gelek alavên kanalê.

Stêrk û Medya Haber du kanalên girêdayî partiya Karkerên Kurdistanê (PKK’ê) ne ku li Ewropayê weşanê dikin.

PKK’ê di van salên dawî de li Ewropayê gelek kanalên xwe hebûn, li ser giliyên Tirkiyê û binpêkirina pirensîbên rojnamevaniyê, van welatan ew kanal girtine û cara dawî şeva borî polîsên Belçîkayê du kanalên PKK’ê girtin.

Pustên heman beş