Makbule Ozer a 81 salî careke din hat girtin

Makbule Ozer a 81 salî careke din hat girtin

Makbule Ozer ya 81 salî piştî rapora tip edlî ya Wanê ku tê de ragihandibû “dikare ku di girtîgehê de bimîne” dîsa hat girtin.

Makbule Ozer a 81 salî ku di 9’ê Gulana 2022’an de li navçeya Edremîta Wanê bi îdîaya “alîkariya rêxistinê kiriye” hat girtin û di 7’ê Îlonê de hat berdan, piştî rapora saziya pizîşkî ya dad ya Wanê duh careke din hat girtin. Ev jî piştî wê yekê tê ku tip edlî ya Wanê di raporekê de ji boy dadgehê eşkere kiribû “rewşa wê ya tendirustî başe û dikare di zindanê de bimîne”.

Li gor nûçeyan dema Ozer çûye dadgeha Wanê li wir hat binçavkirin, piştre Makbule şandin girtîgehê.

Pustên heman beş