126emîn Roja Rojnamegeriya Kurdî li Efrînê hat bibîranîn

126emîn Roja Rojnamegeriya Kurdî li Efrînê hat bibîranîn

Bi boneya 126emîn Roja Rojnemegeriya Kurdî, rêxistina PDK-Sê li Efrînê, çalakiyek kir. Di çalakiyê de, behsa rojnemeya Kurdistan û rola wê û zehmetiyên li pêş rojnamegeriya kurdî hate kirin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S), 126mîn salvegera belavbûna yekemîn rojnameya kurdî, li bajarê Efrînê bi çalakiyekê bibîr anî. Nûner û alîgirên ENKSê, rojnemevan û rewşenbîrên bajarê Efrînê beşdarî çalakiya PDK-Sê bûn.

Di çalakiyê de endamên PDK-Sê, gotar hatin xwendin amaje bi giringiya rojnemegeriya kurdî, rola wê û zehmetiyên li pêş rojnamegeriya kurdî hate kirin.

Herwiha hejmarek komên folklorî yên Kurdî beşdar bûn, sema û lîstikên xwe pêşkêş kirin û govend û dîlanên kurdî gerandin.

Li Rojavayê Kurdistanê salane di 22ê Nîsanê de, Roja Rojnemegeriya Kurdî ji aliyên partiyên siyasî, sazî û rêxistinên çandî û rojnemevanan ve tê bibîranîn û hin çalakî bi vê boneyê têne lidarxistin.

Pustên heman beş