Huseyin Çelîk: Divê Erdogan ji xwe hesab bipirse

Huseyin Çelîk: Divê Erdogan ji xwe hesab bipirse

Yek ji damezrînerên AK Partiyê û Wezîrê Perwerdeya Netewî yê berê Huseyin Çelîk AK Partî û windakirina dengan nirxand.

Çelîk di bersiva pirsên Hîlal Koylu ya Serbestiyetê de Erdogan û derdora wî rexne kir û îdia kir ku tifaqa bi MHPê re hatiye çêkirin bûye sedema windakirina partiyê.

“Kurdan dev dengdana AKPê berdan”

Çelîk encamên hilbijartinên 31ê Adarê nirxand û diyar kir ku tifaqa bi MHPê re hatiye avakirin AKP ber bi xeta nasnameyê ve biriye. Li gor Çelîk, ji ber vê sedemê dengên Kurdan ên ji bo AKPê daketiye binî. Çelîk got: “Helmwelatiyên me yên Kurd xwe nêzîkî AK Partiya ku nîjadperestî nedikir, dikirin. Ji ber vê beşek girîng ji welatiyên me yên Kurd dengên xwe didan AK Partiyê”.

‘Tifaqa bi MHPê re rewşa dînbûnê ye’

Çelîk di derbarê tifaqa AKP û MHP de jî got: “AK Partî partiyek demokratîk a mihafazakar bû ku li ser olê siyaset nedikir. Paşê xwe veguherand partiyek ku li ser nirxên olî siyasetê bike û bi bayê neteweperestiyê xwe mehkûmî MHPê kir. Berê min ji îtîfaqa bi MHPê re gotibû ‘rewşa dînbûnê’ û niha dîsa heman tiştî dibêjim”.

“Divê Erdogan ji xwe hesab bipirse”

Huseyîn Çelîk, diyar kir ku ji bo AKP rêya xwe bidomîne divê vegere ser sêhra berê û diyar kir ku ji wezîfeyê dûrxistina çend cîgirên serok, wezîr û şêwirmendan têrê nake û got: “Gava rexne bê kirin yan fatûra bê jêkirin, desthilatdariya kê hebe, heman berpirsiyariya wî heye. Ji ber vê yekê berpirsiyariya kê zêdetir be divê ew zêdetir hesab bide. Li vir berpirsiyariya herî mezin a birêz Erdogan e. Li vir li şûna ku wezîfê ji hinekan bigire, divê birêz Erdogan ji xwe jî hesab bipirse”.

Pustên heman beş