PWK: Em Jenosîda ku li Ermenîyan hatîye kirin rûreş dikin! 

PWK: Em Jenosîda ku li Ermenîyan hatîye kirin rûreş dikin! 

Partiya Welatparêzên Kurdistanê PWK li ser salvegera 109ê ya komkujiya gelê Ermenî daxuyaniyeke nivîskî da û ew komkujî şermezar kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya PWKyê de bal li ser komkujiya gelê Ermenî ya di sala 1915an de hat kişandin û hat amajekirin ku di vê komkujiyê de nêzîkî 1.5 milyon mirov hatine kuştin.

Daxuyaniya PWK wihaye:

Dewleta Osmanî (Rêveberîya İttihat Terakî) di sala 1915an de nêzikî 1.5 milyon ermenî bi awayekî plankirî qetil kir.

Jenosîda Ermenîyan yek ji jenosîdên mezine yê cîhanê ye.Jenosîda Ermenîyan qirkirina miletekî ye û bi destê Dewleta Osmanî (Rêveberîya İttihat Terakî) ve hatiye kirin.

Em di 109emîn salvegera jenosîda Ermenîyan de careke din Dewleta Osmanî (Rêveberîya İttihat Terakî)û hemû alîkarên wan bi tundî rûreş dikin. Em şirîkê êş û xema gelê Ermenîyan e.

24.04.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Pustên heman beş