Çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” li Minbicê du zarokên din revandin

Çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” li Minbicê du zarokên din revandin

Tora Sûrîya Mafên Mirov di du raporên cuda de eşkere kir ku rêxistina “Ciwanên Şoreşger” a girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê du zarokên temen biçûk ji bajarê Minbicê li parêzgeha Helebê li Bakurê Sûriyê, ku di bin kontrola hêzên Sûriya Demokratîk deye, revandin.

Tora mafên Mirovan got ku “Ciwanên şoreşger” zarokê bi navê Hemze El-Ekkam, 12 salî, di 16ê Nîsanê de revandiye û ew li kampekê bi cih kiriye.

Li gorî Tora Mafên Mirovan, endamên rêxistina “Ciwanên şoreşger” di 18ê Nîsanê de jî Zarokê bi navê Hisên Ehmed El-Subh ji bajarê Minbicê revand, Hisên di 6/1/2008 de ji dayik bûye û xelkê gundê El-Dalîfarêye, û ew jî ji boy kampeke leşkerî hatiye birin.

Tê zanîn fermandarê hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Kobanê di sala 2019 de bi Vêrcînya Gamba nûnera Netewên Yekgirtî bo karûbarên zarokan re, li ser peymanekê îmze kiribû, ku êdî zarokan tevlî hêzên xwe neke û zarokên di nav de serbest berde, lê ta niha çi pabendî bi wê peymanê nehatiye kirin, her dem çekdarên bi nav û rengên cuda di nava HSD’ê de zarokan direvînin û tevlî leşkeriya neçarî dikin.

Li gorî çavdêran armanca çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” ji revandina zarokên temen biçûk, şûştina mejiyê zarokan li gor bîrdozên Partiya Karkerên Kurdistanê û tevlîkirina wan di nava refên leşkerî yên partiyê deye.

Pustên heman beş