Balyozxaneya Amerikayê li Sûriyê şewitandina binkeyê PDK-Sê li Qamişlo şermezar kir

Çekdarên PYD nivîsgeha PDK-Sê û PYDK li Qamişlo şewitandin

Balyozxaneya Amerîkayê li Sûriyê şewitandina binkeyê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) ya li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê şermezar kir.

Balyozxaneya Amerîkayê li Sûriyê bi daxuyaniyekî ragehand: Em şewitandina binkeyê PDK-Sê li Qamişlo şermezar dikin û pêwîste êrîşên ser ofîs û binkeyên partiyan li bakurê Sûriyê bên rawestandin.

Herwaha ragehand, pêwîste kesên binpêkirin pêkanîna divê bên ceza kirin û daxwaz ji hemû aliyan dikin ji gotar û axaftinên tund dûr bikevin û kar ji bo bidestanîna armancên xelkê Sûriyê bê bikaranîna tundiyê bikin.

Şeva 23-24/4/2024an çekdarên PYD’ê nivîsgeha Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya, û Partiya Elwehda ya Demokratî Kurdistan-Sûriya li bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê şewitandin, piştre çekdarên PYD’ê hewla şewitandina baregeha Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê li bajarê Tirbe Spiyê jî kir.

 

Pustên heman beş