Darka Mazî navên 19 gerîla û fermandarên din yên PKK’ê eşkere dike ku heya niha kuştina wan nehatiye ragihandin

Darka Mazî navên 19 gerîla û fermandarên din yên PKK’ê eşkere dike ku heya niha kuştina wan nehatiye ragihandin

Veşartina hejmara ciwanên kurd yên ku di nava refên PKK’ê de ji aliyê Tirkiyê ve tên armanckirin û kuştin, her ku diçe zêdetir dibe, PKK’e jî weke karê xwe yê hertim kuştina van ciwanan ji malbatên wan û gelê kurd vedişêre û dem bi dem navên hejmareke kêm ji wan eşkere dike û bazarekî siyasî bi xwîna wan dike, PKK ji boy ku xwe weke aliyê serketî di şer de berbiçav bike mirina van ciwanan vedişêre.

Di vê derbarê de çavkaniyên pêgeha Darka Mazî navên hejmareke din ji çekdarên PKK’ê eşkere dike ku di sala 2023an de li herêma çiyayê Metîna û Gare hatine kuştin lê heya niha PKK’ê kuştina wan eşkere nekiriye.

Navên çekdarên PKK’ê û berpirsatiya wan di vê rêxistinê de û herêmên lê hatine kuştin bi vî awa ne:

1-  Kemal Batman, pispor di warê teqemeniyan de, di meha 6/2023an de li aqarê gundê Gîzê- devera Berê Garê hatiye kuştin.

2- Dewran Silopî, ajovanê biryargeha navendî ya PKK’ê bû, di meha 6/2023an de li aqarê gundê Gîzê- devera Berê Garê hatiye kuştin.

3- Herkol Şirnex, berpirs Tîm bû, di meha 7/2023an de li herêma şehîd Piling li gundê Hêsî yê ser bi herêma Metîna ve hatiye kuştin.

4- Rojda Şirnex, berpris tîm bû, pispor bû di warê mûşekên dije tank de, di meha 7/2023an de li herêma şehîd piling li gundê Hêsî yê ser bi herêma Metîna ve hatiye kuştin.

5- Haron Rojhilat, pispor di warê çekên gran de, di meha 7/2023an de li herêma şehîd Piling li gundê Hêsî yê ser bi herêma Metîna ve hatiye kuştin.

6- Viyan Mardîn, pispor di warê teqemeniyan de, di meha 7/2023an de li herêma şehîd Piling li gundê Hêsî yê ser bi herêma Metîna ve hatiye kuştin.

7- Avêsta Wan, pispor di warê teqemeniyan de, di meha 7/2023an de li herêma şehîd Piling li gundê Hêsî yê ser bi herêma Metîna ve hatiye kuştin.

8- Bawer Berwarî Colemêrg, pispor di warê teqemenî û mûşekên dije tank de, di meha 7/2023an de li herêma şehîd Piling li gundê Hêsî yê ser bi herêma Metîna ve hatiye kuştin.

9- Serhildan Silopî, şervan bû, di meha 7/2023an de li herêma şehîd Piling li gundê Hêsî yê ser bi herêma Metîna ve hatiye kuştin.

10- Şoreş Ereb, şervan bû, pispor bû di warê teqemeniyan de, di meha 7/2023an de li herêma şehîd Piling li gundê Hêsî yê ser bi herêma Metîna ve hatiye kuştin.

11- Sarîna Amed, Berpirs Yekîne, pispor di warê mûşekên dije tank de, di meha 8/2023an li Şikefta Yaşkê li gundê Bazê yê ser bi herêma Metînayê ve hatiye kuştin.

12- Arîn Koçer, di meha 8/2023an de li Şikefta Yaşkê li gundê Bazê yê ser bi herêma Metînayê ve hatiye kuştin.

13- Simko Rojhilat, pispor bû di warê çekê nîşanşikên de, pasewanê taybet yê Rizgar Êrisî endamê rêveberiya biryargeha giştî ya Sivkê Dare bû, di meha 8/2023an de li Şikefta Yaşkê li gundê Bazê yê ser bi herêma Metînayê ve hatiye kuştin.

14- Çiya Qamişlo, di meha 8/2023an de li Şikefta Yaşkê li gundê Bazê yê ser bi herêma Metînayê ve hatiye kuştin.

15- Dijwar Amed, berpirsê herêmî, di meha 10/2023an de li devera Çarçel ya ser bi herêma Metînayê hatiye kuştin.

16- Welat Amed, pispor di warê teqemeniyan de, di meha 11/2023an li devera şehîd Merwan li herêma Serê Metîna Hatiye kuştin.

17- Çavrê Bakur, pispor bû di warê dronan de, di meha 11/2023an de li aqarê gundê Bêşîlê di dema mayîn dananê de, mayînek bi wan de diteqe û di encam de canê xwe ji dest dide.

18- Kendal Tirbe Spî, şervan bû, di meha 11/2023an de li gundê Xankê yê ser bi herêma Metînayê ve hatiye kuştin.

19- Ernesto Amed, endamê saziya quryayên Bakurê Kurdistanê bû, pispor bû di warê teqemeniyan de, di meha 11/2023an de li gundê Bêşîlê yê ser bi herêma Metînayê ve hatiye kuştin.

Pustên heman beş