Çekdarên PYD’ê Nasr Jaro endamê Komîteya Herêmî ya PYK-S revand

Çekdarên PYD’ê Nasr Jaro endamê Komîteya Herêmî ya PYK-S revand

Çekdarên PYD’ê li bajarê Amûdêyê Rojava Kurdistanê endamekî Komîteya herêmî ya Partiya yekîtîya Kurdistan-Sûriye PYK-S revandin.

Jêderên xwecihîyên taybet ragihandin ku berî du rojan çekdarên PYD’ê endamê Komîteya herêmî ya Partiya Yekîtîya Kurdistan-Sûriya Nasr Jaro ji bajarê Amûdê li Rojava Kurdistanê revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin û çarenivîsa wî heya niha nediyare.

Di 31ê Adara 2024an de, çekdarên PYD’ê dest bi helmeteke girtinên keyfî û hovane li dijî hejmarek rojnamevan û endamên Encûmena Niştimanîya Kurdî û Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya li bajarokê Girkê Lekê û bajarê Dêrkê li Rojava Kurdistanê kirin. Û heya niha jî çarenivîsa kesên hatiye revandin nediyar e.

Navên kesên ji aliyê çekdarên PYD’ê vw hatine revandin bi vî awa ne:

1- Rakan Ehmed Endamê Encûmena Herêmî ya PDK-S li Dêrkê, di 31ê Adara 2024an de li bajarê Girkê Lekê hate revandin û çarenivîsa wî heta niha nediyar e.

2- Merwan Hisên çalakvan û endamê Encûmena Xwechiya ENKSê li Girkê Lekê, di 1ê Nîsana 2024an de LI bajarokê Girkê Lekê hate revandin, û heta niha çarenivîsa wî di zindanên PYD’ê de nediyar e.

3- Ehmed Sofî rojnamevan û endamê Encûmena Herêmî ya PDK-Sê, di 2/4/2024an de li bajarê Dêrkê hate revandin û heya niha çarenivîsa wî nediyar e.

4- Hesam Ebdulla Dorsin Endamê Komîteya Herêmî ya Partiya gel ya Demokratî Kurdistanî û endamê Encûmena Niştimanîya Kurd li Sûriyê, di 1ê Nîsana 2024an de li bajarê Dêrkê hat revandin, û heta niha çarenivîsa wî nediyar e.

Pustên heman beş