Li Silêmaniyê şerê bi çek pêkhat: 4 kes birîndar bûn

Li Silêmaniyê şerê bi çek pêkhat: 4 kes birîndar bûn

Îro 25.04.2024ê piştî nîvro li taxa Silêmaniya Taze ya Silêmaniyê şerê bi çek pêkhat û 4 kes birîndar bûn.

Li gor zanyariyan li taxa Silêmaniya Taze hêzeke ewlehiyê avêtin ser malekî ku tometbarek lê ye û xwestin wî bigrin, lê ew tometbar amade nebû xwe radest bike û gule berdan hêzên ewlehiyê.

Hat zanîn di encamê de 4 endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûn û gotegot hene û tê gotin ku yek ji wan ji ber birîna wî giranbû canê xwe ji dest daye.

Pustên heman beş