Hewl didin bi lêdana Kormorê rê li pêşketina Herêma Kurdistanê bigirin

Zeviya-Kormorê-info

Milîsên derqanûnî careke din bi dironan êrîşî bîrên gaza Kormorê yên li parêzgeha Silêmaniyê kirin ku bi yek ji meznitrîn binesaziyên enerjiyê yên Herêma Kurdistanê tên hesab kirin.

Milîs û çekdarên derqanûnî duh roja înî 26/4/2024ê bi balafirên bê mirov êrîşî hinek kogehên bîrên gaza Kormorê kirin, di encamê de 4 xebatkarên qada gazê ya Kormorê hatin kuştin. Ji destpêka salê ve ev duyemîn êrîşa bi balefirên bê mirov û mûşekî ye li ser bîrên Kormorê tê kirin.

Êrîşkar dixwazin bi van êrîşan rê li ber pêşketina Herêma Kurdistanê bigirin, ji ber wê jî çavkaniya herî mezin ya dabînkirina elektrîkê dikin armanc. Li şûna dîtina çareseriyeke bingehîn ji bo bidawîkirina van binpêkirnan, rayedarên Îraqê careke din komîteyek ji boy lekolîna li êrîşê ava kirine.

Kaniya gazê ya Kormorê li navçeya Qadir Kerem ya parêzgeha Silêmaniyê ye. Berhemanîna gazê li wê derê di cotmeha 2008an de dest pê kir û rojane 450 milyon metrekup gaz lê berhem tê û tê pêşbînîkirin ku heta dawiya vê salê bo 500 milyon metrekup bilind bibe.

Zeviya Kormor ji sedî 67ê elektrîka Herêma Kurdistanê dabîn dike û bi giştî 3700 mêgawat berhem tîne. Li Kormorê rezerva gaza xwezayî 1,8 tirîlyon metrekupe.

Ji bilî gaza sirûştî, berhemanîna gaza şilkirî (LPG) rojane nêzîkî 1000 tone, rojane 22 hezar bermîl petrola kondênseyt tê berhemanîn, ku di dema borî de, ev rêje bi petrolê re dihat têkel kirin ji bo y berizkirina kwalêtiya petrola Herêma Kurdistanê.

 Li gorî girêbestekê ku di nîsana 2007ê de bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hatiye îmzekirin, Kormor ji aliyê kompaniyên Gîsnit Petroleum û Dane Gaz tê serperiştîkirin.

Ji ber girîngiya wê ya aborî ji bo Herêma Kurdistanê, ev zevî car caran dibe armanca milîsên neqanûnî, mezintirîn êrîşên ser Kormorê di 22ê xizîran û 12ê cotmeha 2022ê de, her wiha li 26ê kanûna yekem û 25ê nîsana îsal ji hêla milîsên derqanûnî ve hatbûn encamdayîn.

Pustên heman beş