PKKê 4 ciwanên din yên Kurd dane kuştin

PKK-Kurd-Zarok-Ciwan-HPG-KCK-Turkey-info

Nasnameya 4 ciwanên din yên Kurd aşkere bû ku rêxistina PKKê ew jî weke bi hezaran ciwanên Kurdan di berxwedana xwe ya saxte û bê encam da feda kirine.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê roja pêncşemî 25/4 û her wiha îro 27/4/nasnameya 4 çekdarên xwe du jê jin aşkere kir ku li Çile û Nîsana îsal li çiyayê Garê û hinek deverên din yên Başûrê Kurdistanê da ne kuştin û ji nû ve mirina wan îfşa kir.

HPGê weke bi sedan rêhevalên wan, ev 4 ciwanên Kurd jî di berxwedana xwe ya saxte û bê encam de da ne kuştin û di pesnê wan de dibêje: Milîtanên Apo bûn, fedayê Apo bûn!.

PKKe weke salên berê, ji destpêka îsal 2024ê jî ve her roj wêneyên komên zarok û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ciwanên ku di sal û mehên berê de da ne kuştin û mirina wan veşartî hiştî.

Pustên heman beş