Namzetê CHPê yê Şaredariya Sûr a Diyarbekirê li mala xwe mirî hat dîtin

Namzetê CHPê yê Şaredariya Sûr a Diyarbekirê li mala xwe mirî hat dîtin

Endamê Partiya Komarî ya Gel CHPê yê Diyarbekirê Abdulkadîr Bedîr ê ku di hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adarê de Namzetê Şaredariya Sûrê ya Diyarbekirê bû, li mala xwe mirî hat dîtin.

Abdulkadîr Bedîr ê ku ji bo hilbijartinên şaredariyan wekî berbijêrê Şaredariya Sûrê ya navçeya navendî ya Diayrbekirê hatibû diyarkirin, li mala xwe bi awayekî ku gule li serî ketiye, mirî hat dîtin.

Hat diyarkirin ku Abdulkadîr Bedîr ê ku li taxa Mezopotamyayê ya navçeya Kayapinarê bi tena serê xwe dijiya, çend roj bû ku deng jê nedihat.

Hat zanîn ku li ser vê yekê xizmên wî çûne mala wî ku bi derbeya guleyekî jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî tê îdiakirin, Abdulkadîr Bedîr deyndar bûye û ji ber ku nikaribûye deynên xwe bide, wî gule berî serê xwe daye.

Hat ragihandin jî ku di derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Pustên heman beş