Bexda ronahya kesk dide Enqereyê ku li dijî PKKê êrîşan bike

Iraq-Turkey-Ardogan-Sudani-PKK-Info

Hikûmeta Îraqê destûr da ye dewlet Tirk li herêmên sînorî li pey Partîya Karkerên Kurdistanê bikeve û êrişên li dijî wê rêxistinê bidomîne, lêbelê ti sozek bi Tirkan re neda ku rasterast tevlî şerê li dijî PKKê bibe.

Çavkaniyekî haydar yê Îraqê îro roja çarşemî 1/5/2024ê eşkere kir ku rêkeftineke Îraq û Tirkiyê derbarê şopandina Partîya Karkerên Kurdistanê li herêmê heye û li gorî wê Îraqê destûr da ye Tirkiyê êrîşên li dijî PKKê berdewam bike.

Peymana stratejîk ya li dijî PKKê

Çavkaniya han di hevpeyvînekê de ligel “mewazîn News”ê got: “Serokomarê Tirkiyê Receb Teyb Erdogan bi hikûmeta Îraqê re, operasyoneke nû ya leşkerî li dijî çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê li Îraqê nîqaş kir, herdu alî derbarê vê meselê gihîştin rêkkeftinekê”.

Hat raghandin Bexda û Enqerê peymana çarçoveya stratejîk ji bo hevkariya hevbeş îmze kirin, Tirkiye bi armanca pêşîgirtina li tevgerên çekdarên PKKê, pêşniyar kir alîkariya teknîkî pêşkêşî Îraqê bike da ku ewlehiya sînorên Îraqê zêde bike.

Li gorî çavkaniyên derdûra Şeya Sûdanî, Îraq bi t awayî ji aliyê leşkerî ve tevlî şerê li dijî PKKê nabe, lê di heman demê de ronahiya kesk daye Enqerê ku li herêmên sînorî êrîşên xwe berdewam bike.

Pêkanîna odeya hevbeş ya operasyonan

Tirkiye çaverê dikir di navbera wê û Îraqê de odeyek hevbeş hebe ku artêş û yekîneyên hewayî yên Îraqê beşdar bibin da ku hebûna hêzên Tirkiyê li Îraqê rewa bikin. Lê xewyaye hikûmeta Îraqê pê hesiyaye ku çûna nav vê mijarê dê bargiranyên darayî û leşkerî bide Bexdayê.

Serokomarê Tirkiyê êvara duşemê 22/4/2024ê serdana Bexdayê kir û bi serokwezîrê Îraqê re hevdîtin kir.

Di encama danustandinan de, Bexdayê qebûlkir PKKe wek “rêxistineke qedexe” nasbike, her wiha di warên ewlekarî, bazirganî, av, geşepêdan û warên din de 26 peyman û peymanname hatin îmze kirin.

Tayîp Erdogan li 19 Adara îsalê gotbû, ewê li vê havînê ewlehiya sînorên xwe yên bi Îraqê re bi temamî kontrol bikin, ev gotina Erdoxan tê wateya gefa destpêkirina operasyoneke berfereh ya peyade li hundirê Başûrê Kurdistanê.

Her wiha got: “Em dê ji havîna îsal ve ewlehiya sînorên xwe yên bi Îraqê re bi temamî kontirol bikin û teqez em dê xebatên xwe yên ku li Sûryeyê neqediyane jî biqedînin”.

Êrişa muhtemel kîjan herêman dike armanc

Piştre û bi pênc rojan beriya serdana Erdogan ya Bexdayê, wezîrê berevaniyê yê Tirkîyê roja 17 Nîsana îsal amaje bi operasyonên artêşa Tirkiyeyê yên li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê kir û got: “Qendîl û Gare dê armancên sereke yên operasyonên me bin, dê me li wan deveran karên giring hebin”.

Dawî operasyona Tirkiyê ya ku li dijî PKKê li hundirê xaka Başûrê Kurdistanê hatiye encamdayîn û hêjan jî berdewam dike, operasyona “Pence Kilîtê” ye ku li 17 Nîsana sala 2022ê destpêkirbû ev operasyon herêmên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyan yên li sînorê navçeya Amêdiyê li xwe digre.

Pustên heman beş