PKK’ê serê endamekê xwe bi boksa hesin pelixand

PKK’ê serê endamekê xwe bi boksa hesin pelixand

Tasfiyekirina endamên nerazî yên PKK’ê di nava rêxistinê de dewam dike, herî dawî komîteya rêxistinê fermana terorkirina endamekî xwe yê li Şengalê da û celadên komîtê bi boksa hesin serê vî endamî pelixand.

Çavkaniyên Darka Mazî li Şengalê eşkere kirin, hejmareke çekdarên PKK’ê li Şengalê li roja 14 Adara îsal 2024ê di hewla tasfiyekirina endamekî rêxistinê yê bi navê “Miyar Ehmed Şimêl” îşkenceyeke hov bikaranîne û bi boksa hesin li wî xistine.

Destnîşan kir, wan çekdarên PKK’ê, derbên gran li endamê PKK’ê Miyar da ne û bi boksa hesin serê wî pelixandîne.

Her wiha amaje kirin ku ji ber giraniya birînên wî, ku ew derbên bi boksa hesin bi serê wî ketibûn û xwînberbûn bo çêbibû, roja 15 Adarê Miyar ji nexweşxaneya navendî ya Sinûnê bo nexweşxaneya Îbin Sîna ya li bajarê Mûsilê hatiye rakirin û hêjan li wire.

Çavkaniyên me her wiha gotin ku nexweşxaneya navendî ya Sinûnê di tomara xwe ya rojane de ev bûyer tomar kirîye.

Li gorî agahiyên destê me de, endamê PKK’ê yê bi navê Miyar Ehmed, telîmatên rêveberiya PKK’ê redkiribûn û piştî ku hewl dayî bireve welatê Sûriyê ket ber hesaba tasfiyekirin.

Pustên heman beş