PKK li dijî destkeftiyên Başûr amadekariya derbeyê dike: Xwe amade dike ku êrişî hêzên Pêşmerge bike

Êrîşên PKK’ê yên li ser destkeftiyên Kurdan ên li Herêma Kurdistanê dewam dikin. Medyaya PKK’ê ku di van demên dawî de nûçeyên dezenformatîk li ser xeta Metîna û Amediyeyê çêdike, binesaziya derûnî ya êrîşa li dijî hêzên Pêşmerge amade dike.

Hat zanîn ku di demekê de ku Heşda Şeibî gefên xwe yên li ser Kurdistanê bi taybet bîra gaza Kor Mor zêde dike, PKKe jî xwe amade dike êrişî hêzên Pêşmerge bike. Di demekê de ku pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de tên gotûbêjkirin û çareserî tên dîtin, PKK xwe amade dike gavên ku hem destê rejîma Şîe ya Iraqê û hem jî destê dewleta Îranê bihêz bike, bavêje. PKKê ku li gel dewletên Iraq û Îranê li dijî hikûmeta Herêma Kurdistanê cih girtiye, bi taybetî di çar xalan de xwe amade dike ku êrişî hêzên Pêşmerge bike û bi qestî derewan dike ku raya giştî hêrs bike û êrîşên xwe rewa bike. Ji boy vê yekê jî nemaze vê dawiyê nûçeyên derew di medyaya xwe de parve dike.

Îstîxbarata PKK’ê ji bo êrîşan navendek ava kir

Hate zanîn ku ji bo avakirina bingehê biryara baregeha PKKê ya êrîşa li ser hêzên Pêşmerge, PKKê hemû medyaya xwe erkdar kiriye ku bi rêya nûçeyên derew li dijî PDKê û Hêzên Pêşmerge, zemîna êrişê amade bikin. Bi taybetî rêxistina NLP ya PKK’ê li Silêmanî, Mexmûr û Qamişloyê ji bo vê mijarê hatine wezîfedar kirin. Rêxistina îstîxbaratê ya PKK’ê ku bi navê Navenda Lekolînên Polîtîk tê naskirin, rêxistinek e ku rasterast di bin serokatiya Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik de dixebite. Di vê rêxistinê de malperek bi navê Lekolîn jî heye. Ev malper saziyeke ku nûçeyên sexte ji bo medyaya PKKê çêdike. Her wiha di van demên dawî de bi navê Rojeva Mexmûr, Rojeva Başûr, Rojeva Rojava û hwd hesabên medyaya civakî vekirine û ji wir nûçeyên derew belav dikin. Keser Buldan û hin kesên din ku di medyaya PKK’ê de jî dixebitin, bi NLP’ê re jî kar dikin.

Sedema derewa PKKê ya ku tê de dibêje: “pêşmerge kincên leşkerî yên Tirk li xwe kirine” çiye?

Ev avahiya ku ji aliyê NLP ve hatiye organîzekirin, di van demên dawî de vîdeo û wêneyên sexte parve dike ku nîşan dide hêzên Pêşmerge û leşkerên Tirk bi hev re li xetên Balinda, Metîna, Reşava û hwd tevdigerin. Bi vî rengî, bi afirandina têgihiştina ku “leşkerên tirk û pêşmerge bi hevdû re ne” zemînê amade dikin ku di demên pêş de bibêjin ku “me digot qey ew leşkerên tirk in, lewma me gule li wan reşandin, cil û bergên artêşa tirk li xwe kiribûn”.

Her wiha van saziyan herî dawî nûçeyên ku têde tê îdia kirin, “PDK dixwaze pêşmergeyan bikuje û bi vî awa pêşî li hilbijartinan bigire” parve kirine. Ev pêngava PKK’ê ye ji bo şehîdkirina Pêşmerge û propagandaya ‘PDK’ê ew şandine mirinê’.

Yek ji damezrînerên PKK’ê û Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik di gotara xwe ya 15’ê Nîsanê ya li ANF’ê de îşareta vê pêvajoyê da. Wê demê Darka Mazî diyar kiribû ku gotara Bayik ji bo xebatkarên wî manîfesto û talîmatek e û hişyarî da raya giştî.

Bayik di gotara xwe de wiha got: “PDK cil û bergên pêşmergeyan li leşkerên Tirk datîne û dema pêwîst bike pêşmerge jî kincên artêşa dagirker li xwe dikin. Yanî PDK bi awayekî rasterast yan nerasterast beşdarî vî şerî bû û di rastiyê de ferman da karmend û navendên xwe yên propagandayê ku têgihiştineke wiha çêbike.

PKK dê êrîşên xwe zêdetir bike

Êrîşên PKK’ê yên li dijî hêzên Pêşmerge bi rastî ne nû ne. Ji sala 2019’an ve PKK’ê şerekî dijwar ê derûnî û medyayî û şerê çekdarî yê bi tundî li dijî hêzên Pêşmerge dimeşîne. PKK’ê ji sala 2019’an heta niha 13 pêşmerge şehîd kirine. Yek ji wan Gazî Salih Elîxan, Midûrê Asayîşa Serê Zêrê bû ku li ber çavên zarokên xwe hat qetilkirin. Ji ber nerehetiya gel PKK’ê piraniya êrîşên xwe bi awayek veşartî pêk anî. Lê li ser gelek mijarên wekî danîna mayinan li herêmê qet ranewestiya.

Niha PKK di mijarên lihevkirina Hewlêr û Bexdayê, lêgerîna hevpariyê li eniya Kurd di derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û hwd ditirse. Ji bo vê jî bi rastî peyamekê dide eniya dij-Hewlêrê: “Tawîzê nedin, em ê êrişî wan bikin û paşve bixin”. Di eslê xwe de, PKK dê êrîşên xwe zêdetir bike da ku dijminên Hewlêrê teşwîq bike, destên wan xurt bike û Hewlêrê neçar bike ku teslîmî Bexda û Heşda Şeibî bibe. Tê çaverêkirin ku PKK li xetên Şêladizê, Amêdiyê û Garê û li herêma Xaxurk-Bîradostê jî êrişî hêzên Pêşmerge bike.

Êrîşa PKK’ê ya li dijî destkeftiyên şoreşa Başûrê Kurdistanê nîşan dide ku PKK’e weke pêkhateyeke dijberê Kurdan li gorî berjewendiyên dagirkeran tevdigere. Divê ev rastiya PKK’ê û çapemeniyê ya dij-kurd derkeve holê û hemû raya giştî li hember êrîşên PKK’ê yên li ser şoreşa Başûr hestiyar be.

Pustên heman beş