Li Dêrezorê bi armanca şerê dijî HSDê grubeke çekdarî hat avakirin

Li Dêrezorê bi armanca şerê dijî HSDê grubeke çekdarî hat avakirin

Bi armanca şerê li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) grubeke çekdar a nû ji aliyê eşîran li herêmên di bin kontrola hêzên rejîmê û milîsên Îranê de li rojhilatê Dêrazorê hat pêkanîn.

Rewangeha Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan belav kir, eşîra “El-Bu Şeban” bi amadebûna hejmarek ji şêxên eşîrên El-Igêdat û Begara, pêkanîna grubeke çekdar a bi navê “Saraya El-Bu Şeban” bi serokatiya Şêx Alaa El-Lebbad ragihand.

Hat ragihandin, ev gruba nû tevlî “Artêşa Eşîran” ya bi serokatiya Şêxê Eşîra El-Igêdat Ibrahîm El-Hefil dibe, bi armanca pêkanîna operasyonên çekdarî li dijî cih û xalên Hêzên Sûriyeya Demokratîk.

Li gorî agahiyan, Şêx Alaa El-Lebbad di civîna ku li bajarê Dêrazorê hatiye lidarxistin de, ragihand ku ev hevpeymanî, hevpeymaniya hevgirtin û hevkariya eşîran e.

Ev civîn, ku ne ya yekemîn e, pêştir jî hin eşîrên ser bi hêzên rêjîmê ve li navçeyên di bin kontrola wê de, bi fermana milîsên ser bi Îranê ve civiyabûn ji bo pêkanîna pêkhateyeke çekdarî, ji bo şerê li dijî HSDê û Hevpeymaniya Navdewletî li rojhilatê Firatê.

Rewangeha Sûrî berî çend rojan belav kiribû ku efserek ji Ofîsa Karûbarên Eşîran ku ji Koşka Cimhurî ya Serokê Sûriyê di dawiya meha Nîsanê de, li bajarokê El-Işare ya ser bi Dêrazorê ve bi Şêxê Eşîra El-Igêdat Îbrahim El-Hefil re civiyabû, ta ku êrîşên li dijî herêmên HSDê pêk bînin.

Zêdetir ji heşt mehan e li deverên rojhilatê Dêrazorê yên di bin kontrola HSDê de, êrîşên çekdarên xwecihî li dijî HSDê zêde bûne. Li gorî zanyariyên Rewangeha Sûrî, ev êrîş di ferman û piştgiriya Hizbullaha Lubnanî û milîsên ser bi Îranê ve tên kirin.

Ji dawiya meha Tebaxa 2023an ve, piştî girtina Fermandarê Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed El Xebîl “Ebû Xewla” ji aliyê HSDê ve, alozî û pevçûn li rojhilatê Dêrazorê di navbera HSD û çekdarên xwecihî de derdikevin.

HSDê pêştir jî di daxuyaniyekê de ragihandibû, “kesê bi navê Îbrahîm El-Hefil, serokê fitneyê ye û êdî ji aliyê hêzên wan ve tê xwestin, ji ber ku ew bûye sedema rijandina xwîna şervan û xelkê û li gorî fermanên aliyên derve, serkêşiya hewldanên derxistina fitneyê dike.”

Pustên heman beş