Heseke.. Serkirdeyekî Hizbullaha Libnanî di teqînekê de birîndar bû

Heseke.. Serkirdeyekî Hizbullaha Libnanî di teqînekê de birîndar bû

Li çargoşeya ewlehiyê ya bajarê Hesekê ji ber teqîna otomobîlekê, serkirdeyekî Hizbullaha Libnanî birîndar bû.

Li gorî çalakvanên Hesekê, li çargoşeya ewlehiyê ya li bajarê Hesekê ku di bin kontrola hêzên rêjêma Sûriyeyê de ye, otomobîla serkirdeyê di Hizbullaha Libnanî Eyad El-Salih (Ebû Yeyder) teqandiya.

Hat diyarkirin ku di encama teqînê de xwediyê otomobîlê yê bi navê Eyad El-Salih birîndar bû û ji bo nexweşxaneya Lolo ya li çargoşeya ewlehiyê hate veguhastin.

Hat ragihandin, bombeyek di binê otomobîlê de hatibû çandin. Hêzên ser bi rêjîmê ve jî cihê bûyerê dorpêç kirin.

Li navenda bajarê Hesekê û Qamişlo jî, taxin di bin kontrola hêzên rêjîma Sûriyeyê de ne û jê re “çarkoşeya ewlehiyê” tê gotin, ji ber ku şaxên ewlehiyê û avahiyên hikûmetê û baregehên hêzên ser bi rêjîma Sûriyeyê ve di nav de hene.

Pustên heman beş