Balafirên Tirkiyê 4 çekdarên PKKê kuştin

pkk-4-info

Balafirên şer yên Tirkiyê di du êrişan de li Başûr û Rojava Kurdistanê, 4 çekdarên rêxistina PKKê kuştin.

Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê îro roja yekşemî 5/5/2024 di daxuyaniyekê de ragihand, li herêma Pence-Kilîdê 3 çekdarên PKKê û li herêma Mertala Feratê çekdarekî din ketin ber êrîşên hewayî yên artêşa Tirkiyê.

Di daxuyaniya wezaretê da hat destnîşankirin ku têkoşîna li dijî terorê bi awayekî bi bandor û bi biryardarî didome.

Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê roja înî 3/5/2024ê jî ragihanid bû ku, bi êrîşên asmanî 32 çekdarên PKKê li herêmên Heftenîn, Çiyayên Gare û Xwakurkê hatine kuştin.

Pustên heman beş